07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Taxa Fatîhpaşayê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê yek ji wan 6 taxan e ku lê operasyonên ser mensûbên PKKya rêxistina terorê berdewam dike û lê qedexeya derketina derve heye. Li Mizgefta Fatîhpaşayê (Mizgefta Kurşunluyê) berdestê sibê şewat derket.
Tê texmînkirin ku şewat ji ber teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan avêt derket û şewat di demeke kurt de mezin bû. Ji bo ku midaxaleyî şewatê bikin ekîbên agirkuj û polêsan şandin cihê bûyerê û mensûbên rêxistina terorê gule berdan wan. Ji ber ku êrîşên terorîstan dikin ekîban nekarî ku midaxaleyî şewatê bikin. Hat ragihandin ku di mizgefta ku ji heyama osmaniyan maye de xisareke mezin çêbûye.
Mizgeft berhema ewilîn a heyama Osmaniyan a li Diyarbekirê ye û di salên 1516- 1520î de ji aliyê Biyikli Mehmmet Paşayê Waliyê Diyarbekirê yê heyamê ve hatiye çêkirin û ji ber ku qubeyên wê bi zirîçê rûgirtî ye dibêjinê "Kurşunlu". Terorîstan berê niha jî bi çekên lûledirêj gule berdabûn mizgeftê û derî, dîwar û camên mizgeftê xisar dîtibûn.
Terorîstan li dora mizgeftên Fatîhpaşa, Ereb Şêx, Hecî Hemîd û Hasirliyê û dêrên Katolîk û Protestanan a Ermeniyan xendeq kolabûn û bergirî danîbûn û gelek teqemenî di nav wan de veşartibûn.