28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
CERABLUS/ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li derdora Minbicê di xebatên derxistina YPG/PKKya rêxistina terorî de li navçeyê wezîfeya dewriyeyê ya şeşemîn temam kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê, wesaîtên eskerî yên Artêşa Tirkiyeyê çûn derdora Çemê Sacuyê ya ku navçeya Cerablusa li herêma Mertalê Feratê û xeta eniya Minbicê ji hev diqetîne. Li wir bi Amerîkayê ra bi awayekî kordîne wezîfeya dewriyeyê ya şeşemîn temam kir.
Artêşa Tirkiyeyê di 18ê hezîranê da xebata dewriyeyê ya ewil kiribû, ya duyemîn di 20ê hezîranê da, ya sêyemîn di 22yê hazîranê da, ya çaremîn di 24ê hazîranê da, ya pêncemîn jî duh kiribû.
Xebatên dewriyeyê wê dewam bikin.
Amerîka û Tirkiyeyê ji bo ku YPG/PKK ji Minbica li rojavayê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê vekişe li hev kiribûn.
- Nexşerêya Minbicê
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di hevdîtina di 4 Hezîranê da ji bo ewlehî û îstiqrara Minbicê li ser nexşerêyekê li hev kiribûn.
Li gor planê terefên eskerî û îstixbarata Tirkiye û Amerîkayê wê li Minbicê dest bi çavdêriyeke hevbeş bikin.
Li gor lihevkirinê piştî ku endamên YPG/PKKyê derketin ji hêzên herêmî wê rêveberî bê avakirin.
YPG/PKKyê Tebaxa 2016an da bi alîkariya Amerîkayê Minbica navçeya Helebê ji DEAŞa rêxistina terorê hildabû û dagir kiribû.
Ji sedî 90î zêdetir nifûsê Minbicê ji Ereban pêk tê.