Muhammet Kurşun
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ANKARA
Bi kordîneya Serokatiya Daîreya Mucadeleya li Dijî Sûcên Narkotîkî ser bi Rêveberiya Ewlehiya Giştî, li temamê Tirkiyê li hemberî firoşkarên hişbirê operasyoneke hemdemî hat destpêkirin.
Operasyona ku bi arîkariya polêsên herekata taybet hat destpêkirin, bi hezar û 676 ekîb û 7 hezar û 118 personelî ve birêve diçe.
Li gor agahiyên peyamnêrê AAyê di encama nirxandina zanyariyên îstîxbarî de Gumuşhane û Erdêxan ne tê de li 79 bajarên Tirkiyê operasyona hemdem hat kirin.
Li 907 navnîşanan ji bo bidestxistina 913 gumanbaran bi hezar û 676 ekîb û 7 hezar û 118 personelî ve operasyon hat meşandin.