Haydar Şahin
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
VAN
Li Gevaşa navçeya Wanê 10 hezar û 348 lire ceza li 2 kesên bi qaçaxî derketibûn nêçîra kewan birîn.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê li ser rêbeja Alparslan minîbêsek dan sekinandin û lê geriyan.
Di lêgerînê da 13 cucikên kewan ên hat tesbîtkirin ku bi qaçaxî hatine girtin û amûrên defikan hatin dîtin.
Ekîban dest dan ser kewan û amûrên defikan, 10 hezar û 348 lire ceza li A.Y. û M.B.yê di minibêsê da bûn birîn.Wekî mayîn ji van kesan 7 hezar û 40 lire jî tazmînat hat xwestin.
Kewên ku teslîmî Midûriyeta Şaxa Bajêr a Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî kirin jî yê berî çolê bidin.