06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
VAN
"120 Zarokên Qehreman" ên ku di dema Şerê Cîhanê yê 1emîn de ji Wanê ji eskerên li Eniya Xoyê re cebilxane birin û di vegerê de qufilîn û şehîd ketin hatin bibîranîn.
Xwendekar û welatiyên ku li Xaçerêya Soydanê ya li ser Kolana Cumhuriyetê civiyan bi alayên Tirkiyê re heta Bîrdariya 120 Zarokan a li Parka Kurtuluşê meşiyan.
Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan vir daxuyaniyek da û got ji bo ku car din serhatiya 120 zarokên wanî vejînin û wan li nifşên nû bidin naskirin meş li dar xistin.
Walî Taşyapan got ku di sala 1915an de 120 zarokên qehreman ên wanî ji bo ku cebilxane û erzaqê bibin eniyê piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Mezin hat kirin ji aliyê gel ve ji navenda gel hatin oxirkirin û got ku me jî di meşê de numanişa vê yekê kir û wiha axivî:
"Heta ku mirov jê îbretê bistîne dîrok tekerrur nake. Tabiî kî divê mirov ji dîrokê îbretê bistîne. Bûyerên bi vî awayê jî ji bo ku wan zindî bigirin qonax in. Ev abîdeya ku vir hatiye danîn ji bo xatiraya zarok û ciwanên me yên ku di sir û seqemê de ji eniya Xoyê re ji mirovên wir re cebilxane birin hatiye danîn. Ew niha di rûpelên dîrokê de mane lê em divê wan bi awayekî zindî bigihînin nifşên bê. Ji bo welêt, ji bo yekîtî û bihevrebûnê, ji bo xwedîlêderketina van axan, ji bo ku teslîmê dijmin nekin heke bigihînin nifşên bê dê watedar be."
Piştî diaya ku Miftiyê Bajêr Nîmetullah Arvas xwend 120 ciwanî ji bo ku beşdarî çalakiyan bibin şandin Sarîqamîşê.
Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Suat Ekîcî, Fermandarê Jendirmeyan ê Bajêr Albay Yuksel Oguz, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal, Serokbajêrê AK Partiyê Zahîr Soganda, Serokbajêrê Partiya Saadetê Ozay Îlhan jî beşdarî meşê bûn.