11 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
VAN
Li Wanê ji roja hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) heta niha di "nobedariya demokrasiyê" da 150 hezar alayên Tirkiyê hatin belavkirin. Pênc hezar welatî ji 15ê tîrmehê heta niha çi serê wan ra derbas bûne, di deftera bîranînê ya bi navê "Têbîniyekê ji Dîrokê re Bihêle" da nivîsîn.
Li hezaran welatiyên ku ji 15ê tîrmehê heta niha Meydana Beşyolê terk nekirin, 150 hezar alaya tirkan hat belakirin. Welatiyan 27 rojan li ser hev "nobedariya demokrasiyê" girt û bi alayên Tirkiyê va rengê meydanê kirin sor û spî.
Li kêleka "Tepê Tîrvanan" stanta bi navê "Têbîniyekê ji Dîrokê re Bihêle" hat vekirin û 5 hezar welatiyan bîranînên xwe yên vê axiriyê tê da nivîsîn.
Alîkarê Serokê Bajêr yê AK Partiyê Zekî Karakuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew her roj bi hezaran alayan li welatiyên ku li qadê dicivin bela dikin û welatî ji alayê hez dikin.
Karakuş got ku ew her tim alayan ji bajarên rojava sparîş dikin ku li welatiyan bela bikin û wiha dewam kir:
"Bi rastî jî eleqeya li ser alaya tirk me hestyar dike. Em jî li ber vê eleqeya welatiyên xwe bê deng namînin û ji 15ê tîrmehê heta niha me qad bi alayên tirk va xemiland. Li her derê qadê posterên Serokomarê me jî hene. Welatiyan li vê derê heta sibê nobedariya demokrasiyê girt. Her şev nêzî 10 hezaran mirov diciviyan."
Karakuş destnîşan kir, li Wanê cara ewil ew qas alayên tirk li qadan hatin belakirin û wiha dewam kir:
"Wek mayîn min di 5 hilbijartinan da wezîfe kir. Beriya vê welatiyên me ji ber tirsa HDP û PKKê bi alayên Tirkiyeyê dernediketin derva. Dema ku di destê yekî da ala bidîtina êrîş dikirin û lê dixistin. Îro welatiyên me bi piştgiriya polêsan va bi rihetî alayan didin destê xwe û digerin. Di nobeda demokrasiyê ya ku 27 rojan dewam kir da ji her cure fikir û ramanî gel hebûn. Li vê derê gelek kesên ji partiyên cuda hebûn. Li dijî derbeyê her li piya bû. Meriv li îradeya xwe Serokomar xweyî derketin. Eva hewla welatiyên me tu carî nayê jibîrkirin."
- 5 hezar welatiyî defter îmze kir
Kubra Polata endama Şaxa Jinan a Bajêr ya AK Partiyê diyar kir ku 5 hezar welatiyî deftera ku bi navê "Têbîniyekê ji Dîrokê re Bihêle" ya li meydanê îmze kir, her kesî bertek nîşanî derbeyê da.
Polatê bal kişand ku li Wanê ji piçûkan hetanî mezinan her kes li demokrasiyê xweyî derket û wiha pê da çû:
"Deftera ku me danî meydanê bi destê 5 hezar kesî hat îmzekirin û her kesî fikr û ramanên xwe yên li ser hewla derbeyê û serpêhatiyên xwe nivîsî. Însanê vê derê bertekeke mezin nîşanî hewla derbeyê da. Li vê derê mirova nîşan dan ku çawa li welêt xweyî derdikevin. Emê vê deftera ku fikr û ramanên 5 hezar kesî tê da ye wek kitêb çap bikin. Kal û bavên me derbeya sala 1980yî dîtin, înşallah em carekê dîsa derbeyê nebînin."
Ahmet Ormanê ku deftera serpêhatiyan îmze kir diyar kir ku tu kitêb û defter têrê nakin ku tiştên li welêt qewimîn têda bên nivîsandin.
Orman destnîşan kir ku welatiyan bi qehremanê ber xwe dan û wiha got: "Xwedê Serokomarê me biparêze û kêmasiya wî rayê me nede. Em heta hetayî li aliyê wî ne."