15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
VAN
Li Wanê 2 terorîstên PKKyî yên ku amadekariya êrîşê dikirin hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên der heqê fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê da dewam dikin.
Li taxa Yalim Erezê li dijî terorîstên ku amadekariya êrîşê dikirin, operasyon hat lidarxistin.
Li hemberî banga "teslîm bibin", gule agir kirin. Li ser vê yekê pevçûn derket û 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonê da çek û muhîmatên terorîstan hatin bidestxistin.
Di pevçûnê da terorîstan bombeyeke destan avêt, bombe teqiya û di encamê da yek jê giran 3 polês birîndar bûn.
Li nexweşxaneyê dermankirina polêsên birîndar dewam dike.
Di vê navberê da, 6 berşikên ku hat tesbîtkirin alîkarî dan terorîstan û ew hewandin, hatin binçavkirin