Muhammet Kurşun
21 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
VAN
Li Wanê Festîvala Kanîspiyê ya Hingiv, Masî û Siriştê hat lidarxistin.
Festîvala ku ji aliyê Qeymeqamî û Şaredariyê hat lidarxistin û Waliyê Wanê, Qeymeqamên navçeyan, midûrên polêsan û akademisyen beşdar bûn rastî eleqeya welatiyan hat.
Di bernameyê de lîstikên xelkê yên folklorîk hat girêdan.
Koma Dengbêjan yên umrê wan di navbera 60 û 75an de cilên herêmî li xwe kirin û kilamên kurdî gotin. Herwiha hin cih dan hin lîstikan.
Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan jî digel welatiyan govend girêda û bi dengbêjan re kilam gotin.
Taşyapan li festîvalê axaftinek kir û got:
"Yên ku dixwazin li ser vê axê aramiya me xerab bikin û zirarê bidin biratiya me nagihên armanca xwe. Emê bi hev re li hemberî wan bisekinin."
Piştî axaftinan hingiv û tiştên din li welatiyan hatin belavkirin.