VAN
Li navçeya Çataka Wanê bûk û xesiya wê ya ku nexwaş ketin bi firokeya leşkerî birin nexwaşxaneyê.
Li gor agahiyên ku hatin bi dest xistin, rêyên gundê Koruluyê ji ber berfê hat girtin û Ayşe Sîncana 27 salî ya ku ducanî ye, êşa wê zêde bû. Mêrê Ayşe Sîncanê Rahmî Sîncan agahî da tîmên tenduristiyê.
Li ser vê tîmên tenduristiyê û tîmên Îdareya Taybet a Bajêr hewl dan ku xwe bigihînin gundê Koruluyê.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo ku nexweşê bibe nexweşxaneyê, firoke şand gundê Koruluyê.
Firoke di demeke kurt de gihîşt gundê Koruluyê û Ayşe Sîncana ducanî û xesiya wê Emîne Sîncanê ya ku nexweşa tansiyonê ye bi firokeyê birin Wanê.
Bûk û xesî li nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin dermankirin.
Hat ragihandin ku rewşa nexweşan baş e.