26 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
BİTLİS
Li Xelata navçeya Bidlîsê ji bo bicîhkirina 75 malbatên Tirkên Ahiskayê yên ku dê ji Ukraynayê bên, xebat didomin.
Komîsyon bi serokatiya Waliyê Bidlîsê Ahmet Çinar va li Şaredariya Xelatê kom bû û der barê Tirkên Ahiskayê axivîn û geşadanên nû nirxandin.
Piştî civînê Şaredarê Xelatê Abdulalîm Mumtaz Çoban daxuyaniyek da û got ew ji bo 75 malbatan cara duyemîn kom bûn û wiha dewam kir: "Li Erzîncan û Xelatê xebatên me yên ji bo bicîhkirina bira û xwîşkên me yên ku mexdur bûn, kuta bû. Duh Ereb, Çerkes û Kurd bûbûne mêvanê vê navçeya mibarek, îro jî heman mirovaniyê em ê nîşanî xwîşk û birayên xwê yên Ahiskayiyan bidin."