Fatih Gazioğlu
30 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
IGDIR
Li Îdirê minîbêseke ku tê de koçberên qaçax hebûn li dîrekê ronahiyê xist. Di encama qezayê de agir berbû minîbêsê û 17 kes mirin, 36 birîndar bûn.
Li gor agahiyan, minîbêsa ku pîleqeya wê 65 EP 701 bû û şoferê wê nayê zanîn li ser rêya Îdir-Qersê nêzî mewqiya balafirgeha Şehîd Bulent Aydin ji rê derket û li dîrekê ronahiyê xist.
Di bûyerê de hin rêwiyên li minîbêsê ketin ser rê di bin bin erebeyên dihatin û diçûn de man. Minîbês jî agir berbûyê. Di encama qezayê de ji qaçaxên Îran, Efxanistan û Pakistanî 17 kes mirin, 36 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. 7 birîndarên ku rewşa giran wergirtin emeliyatê. Hemû dokxtor ji bo birîndaran seferber bûn.
Waliyê Îdirê Enver Unlu, Midûrê Ewlehiya Bajêr Melîh Ekîcî, Fermandarê Cendermeyan yê Bajêr Albay Hakan Başakçi, Arîkarê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr hatin cihê bûyerê û der barê qezayê de agahî hildan.
Walî Unlu daxuyaniyek da û got ku qeza şev saet 23.45an de çêbûye û ev trajediyeke mezin a koçberan e.