30 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir helwesta Tirkiyê li hemberî PKK/PYD/YPGê ku dixwaze bi navê SDGê xwe meşrû bike zelal e û wiha got: "Em nirxandinên wek "diyalog, temas, navbeynkariyê" ji ciddiyetê dûr di navbera Tirkiye û van rêxistinên terorî da red dikin."
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê da ku bi lijneyeke SDGê ya bi PYD/PKKya rêxistina terorî ra têkildar e civiya daxuyanî da.
Îbrahîm Kalin di parvekirina xwe da wiha got: "Helwesta Tirkiyê li hemberî PKK/PYD/YPGê ku dixwaze bi navê SDGê xwe meşrû bike zelal e. Em nirxandinên wek "diyalog, temas, navbeynkariyê" ji ciddiyetê dûr di navbera Tirkiye û van rêxistinên terorî de red dikin. Dewletên ku em wan wek dost û mutefiq qebûl dikin divê li hember her cure terorê helwesteke rasterast û eşkere nîşan bidin."