30 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
ADANA
Li 6 bajaran bi piştgiriya firokeyan operasyona ku navenda wê Edene ye birin ser PKK/KCKa rêxistina terorî, di operasyonê da 34 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midriyeta Ewlekariya Edeneyê li dijî kesên ku tê îdiakirin li ser banga PKK/KCKa rêxistina terorî tevlî çalakiyên dereqanûnî û cinazeyê terorîstan bûne, ji bo çiyê endam temîn kirine xebat dan destpêkirin.
Midûriyetên şaxên din jî tevlî operasyonê bûn û di operasyona li Edeneyê da polêsên tevgera taybet û firokeyan jî piştgirî dan.
Xêncî Edeneyê ekîban li Stenbol, Mêrsin, Mêrdîn, Osmaniye û Ispartayê jî avêtin ser navnîşanên ku berê hatibûn tesbîtkirin, di operasyonan da 5ê wan jin 34 şikbar hatin derdestkirin.
Şikbarên binçavkirî anîn Yekeya Tipa Edlî ya Edeneyê, ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û paşê jî birin midûriyeta ewlekariyê.