İbrahim Atmaca
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
ANKARA
Li Îngiltereyê di Lîga Premierê da xelata fitbolîstê salê ku Yekîtiya Fitbolîstên Profesyonel a Îngiltereyê (PFA) dide, Muhammed Salahê ku di Liverpoolê da dileyîze, qezenc kir.
Li gor daxuyaniya PFAyê, Salahê 25 salî ji nav Kevin De Bruyne, Leroy Sane, David Silvayê Manchester Cityê, Harry Kaneyê Tottenhamê û David de Geayê Manchester Unitedê hat neqandin û layîqê xelatê hat dîtin.
Alan Shearer, Cristiano Ronaldo û Luis Suarez sezonên Lîga Premierê ya Îngiltereyê ku 38 hefteyan dewam dikin, bi 31 golan va kuta kirin û hersêyan rekor di navbera xwe da parve kir. Beriya ku 3 hefte bimîne sezon kuta bibe, Salah jî bû şirîkê rekorê. Salah bû fitbolîstê Misrê yê yekemîn ku xelat qezenc kir.
Leroy Saneyê 22 salî yê Manchester Cityê jî bû fitbolîstê ciwan ê salê.