30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
LONDRA
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump telîmat da ku welatiyên hin welatên misilman hilnedin Amerîkayê, Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May jî telîmat da wezîran ku bila bi merciyên DYAyê re bikevin têkiliyê ku welatiyên îngiliz ji ber qedexeya ketina Amerîkayê pirsgirêkê nekşînin.
Hikûmeta îngiliz ji bo ku welatiyên îngiliz ên li welatên din hatine dinyayê û xwedî du welatibûnê ne ji qedexeya Trump tesîrê nebînin, gavek avêt.
Li gor nûçeya çapemeniya Îngiltereyê Serokwezîr May telîmat da Wezîrê Karên Derva Borîs Johnson û Wezîra Karên Navxweyî Amber Rudd ku bila bi merciyên DYAyê re bikevin têkiliyê ku welatiyên îngiliz ji ber qedexeya ketina Amerîkayê pirsgirêkê nekşînin.
Wezîrê Karên Derva Johnson li ser Twîtterê biryara Trump rexne kir û wiha got: "Emê mafên welatiyên îngiliz li hundir û derva biparêzin. Ji ber nijada wan morkirin mirovan şaş e û cudakarî ye."
Ji ber ku Amerîkayê qedexe danî ser seyhatê tê gotin, parlementer Nadhîm Zahawiyê ku li Iraqê bûye û parlementerê Partiya Mihafazakar a li ser îqtidarê ye û şampiyonê Olîmpiyatê Sir Mo Farahê ku li Somaliyê ji dayik bûye di serî da bandora qedexeya têketina Amerîkayê wê li ser gelek welatiyên îngiliz bike.
Serokê Partiya Karkeran ya mixalefeta sereke Jeremy Corbyn bang kir, heta ku qedexeya dijî welatiyên welatê misilman neyê rakirin, divê destûr neyê dayîn ku Trump were Îngiltereyê û ziyareta dewletî bike. Ji bo astengkirina ziyaretê li ser malpera înternetê ya parlementoya îngiliz kampanya hat vekirin û nêzî 600 hezar îmzeyî hat berhevkirin.
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May dema ku çû Amerîkayê û ziyareta fermî kir, daweta fermî ya Keybanûya 2yemîn Elîzabethê dabû Trump. Trump jî dawet qebûl kir û hatibû daxuyandin ku wê di nav vê salê da li Îngiltereyê ziyareta fermî bike.
- Li ser rexneyan hikûmetê dest bi xebatan kir
Hikûmeta Îngîltereyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya duh bişev da ragihandibû heger qexeya ku Serokê DYAyê Donald Trump danî ser hin welatên misilman, li ser welatiyên îngiliz jî tesîra wê çêbe, ewê dest bi xebatê bikin û wiha hat gotin:
"Heger welatiyên îngiliz jî di tesîrê da bimînin, wê demê emê giliyên xwe ji hikûmeta DYAyê ra bikin."