01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
ÎZMÎR
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê rêva dibe da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di ser 24 navnîşanên ku 2 hebên wan li Manisê ne da girtin.
Di operasyonê da 20 parêzvanên taybet ên çekdar bi hinceta têkildarbûna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) va hatin binçavkirin. Hat tesbîtkirin ku şikbaran "ByLock"a bernameya peyaman bi kar anîne.
Ekîb li navnîşana şikbaran geriyan û di lêgerînê da pirtûkên Fetullah Gulenê serkêşê FETOyê, dokumanên der barê çavkaniyên fînasê yên rêxistinê da, agahiyên abonetiya weşanên rêxistinê û gelek amûrên dijîtal girtin.
Piştî kontrola tenduristiyê şikbar birin ewlekariyê.