10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
İZMİR
Li Îzmirê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 16 şikbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê di çarçoveya xebatên pêşîlêbirîn û deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê da li Menemen, Torbali û Kemalpaşaya navçeyên Îzmirê operasyona hemdem kirin.
Di operasyonê da 16 şikbarên tê îdiakirin alîkariyê didin rêxistina terorê hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku eqrebeyên hin şikbaran derketine çiyê û tevlî rêxistinê bûne.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînê da debançeyeke bêruhset, titûna qaçax a ku dahata wê ji rêxistinê ra diçe, cixareya qaçax, amûrên nîşaneyên rêxistina terorê û wêneyên terorîstên hatine kuştin hatin girtin.