Haydar Şahin
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Xwendekarên dibistana gundekî Şanliurfayê bi piştgiriya mamosteyên xwe û amûrên xwemalî va drone çêkirin.
Abdulhalîm, Hasan û Musa Kiliç û Yusuf Say ên xwendekarên pola 6an a Dibistana Navîn a Şaraççeşmeya gundê Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê di tesîra teyareyên difirin da man û biryar dan ku teyareyeke bêmirov çêbikin.
Xwendekaran pêşiyê motorek avêtin teyareya ji daran çêkirin lêbelê bi ser neketin, paşê bi piştevaniya Recep Şenê mamosteyê Fizîk û Teknolojiyê va bê navber xebatên xwe domandin.
Xwendekaran piştî ceribandin û lêkolînan ji lûleyê motor û perwaneya amûrên xwemalî va droneyeke ji ya berê mezintir çêkirin.
Di ceribandinda cara 2an da teyareya xwedekaran firî û xwendekar gelekî kêfxweş bûn.
Recep Şenê mamosteyê Fizîk û Teknolojiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di tesîra fikra çêkirina droneyê ya xwendekaran da ma, ji bo çêkirina vê xeyalê bi hev ra lêkolîneke berfireh kirin.
Şen destnîşan kir ku xwendekaran teyareya xwe ya ewil gelekî pêşxistin û droneyeke mezin a difire çêkirin û wiha pê da çû:
"Xwendekarên min rojekê texte anîn. Motorek danîbûn ser. Gotin 'mamoste gelê em bikin ku ev bifire'. Ji bo pêşxistina vê fikra xwendekaran me lêkolîneke berfireh kir. Me karta firînê û motorek bi 2 boriyan va kir û droneyek çêkir. Amûrên me bi tevahî xwemalî ne. Me bi tenê karta firînê ya ku li welatê me tunebû ji dervayî welêt anî."
Şen diyar kir ku xwendekarên wî berê qet drone nedîtibûn lêbelê dan pey xeyala xwe û teyareya bêmirov çêkirin, teyareya wan kêmzêde 200 metreyî bilind dibe û bi şarjekê va 20 deqîqeyî difire.
- "Wekî ku bi xwe firîn em kêfxweş bûn"
Hasan Kiliçê xwendekar got di tesîra teyareyan da maye û xeyal kiriye ku teyareyê çêbike û fikra xwe bi hevalên xwe ra parve kiriye.
Kiliç got 2 dar da ser hev û motorek danî ser lêbelê teyareya wî nefirî û wiha axivî: "Em bi mamosteyên xwe şêwirîn û me droneyeke mezin a difire çêkir. Edî em wekî ku bi xwe firîn kêfxweş dibin."
Yusuf Say jî diyar kir ku bi droneya çêkirin va îmkan dan xwendekerên hevalên xwe ku teyareya bêmirov ji nêz va bibînin û wiha got: "Ji bo çêkirina droneyê me bi rojan lêkolîn kir. Li gor agahiyên ji lêkolînan hîn bûn va me bi îmkanên xwe drone çêkir. Ji ber ku cara ewil li ser tiştekê wiha xebitîn em zehf bextewar in."