Abdullah Tel
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Lîverpoolê di 3 salên dawîn da ji Southampton a ekîba Lîga Premîerê ya Îngiltereyê 6 gogbaz kirîn û ji bo bonservîsên wan 170 milyon sterlîn pere da.
Ev demek dirêj bû ku Lîverpoolê dixwest Virgil van Dijkê ji Hollandayê hilde qadroya xwe û ji bo bonservîsa wî 75 milyon sterlîn razand û ew transfer kir.
Tîma Lîverpoolê ya ku dîrektoriya wê Jurgen Kloppê bi eslê xwe ji Almanyayê ye ji sala 2014an vir va ji tîma Southamptonê 6 gogbaz kirîn.
Tîma sor û spî ji bo kirîn û bonservîsa 6 gogbazan bi tevahî 170,5 milyon sterlîn pere da Southamptonê.
Di nav 3 salan da ji Southamptonê Adam Lallana, Dejan Lovren, Rîckîe Lambert, Nathanîel Clyne, Sadîo Mane û herî dawîn jî Vîrgîl van Dîjk ji hêla Lîverpoolê va hatin kirîn.