Abdullah Tel
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Muşawiriya Hiqûqê ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (FFT) 9 tîmên ku di Lîga Superê da têdikoşin sewqî Lijneya Dîsîplina Fitbol a Profesyonel (LDFP) kir.
Ji ser malpera înternetê ya FFTê daxuyanî hat dayîn û hat gotin di pêşbirkên hefteya 17mîn a Super Lîgê hatin lîstin da ji ber bûyer, nimayîşên bi çêr û pêçarî û dereqanûnî alîgir hildanê tîma Bêşîktaş, Fenerbahçe, Trabzonspor, Aytemîz Alanyaspor, Demir Grup Sîvasspor, Atîker Konyaspor, Kardemir Karabukspor, Goztepe û Antalyaspor sewqî LDFPê hatin kirin.
Ji bilî vê Olafur Skulasonê gokbazê Kardemir Karabuksporê jî ji ber "heqareta" ku di pêşbirka Trabzonsporê da kirin da sewqî ber bi LDFPê va hat şandin.
Ji tîmên ku di Lîga 1î ya FFTê da cih digirin Akin Çorap Gîresunspor, Çaykur Rîzespor, Eskîşehirspor, Adana Demirspor û Ankaragucu jî sewqî LDFPê hatin kirin.