Abdullah Tel
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
BRUKSEL
Maliyeta êrîşên terorê ya li ser Ewropayê ku di navbera salên 2004 û 2016an da qewimîn 185 milyar ewro girt.
Rapora "Têkoşîna li dijî terorê" ya ku Servîsa Lêkolîna Parlementoya Ewropayê (PE) amade kiribû hat weşandin.
Li gor raporê di heyamên navbera salên 2004 û 2016an da maliyeta terorê ya ji bo aboriya Yekîtiya Ewropayê 185 milyar û 431 milyon ewro girt.
Ji ber êrîşên terorê di serî da qada bazirganiyê û peyra jî qadên veberhênanê, gihandin û tûrîzmê rasterast zirar dîtin.
Li Ewropayê bi armanca têkoşîna li dijî terorê hin tewdîr hatin hildan lê ji ber wan tewdîran mafên bingehîn ên hin komên di nav civakê da ne jî hatin îhlalkirin.
Di nav welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê da ne herî zêde Fransayê ji hêla madî va zirar dît. Di heyama qal tê kirin da maliyeta terorê ya ji bo Fransayê 44 milyar û 943,5 milyon ewro girt. Piştî Fransayê li gor rêzê herî zêde Îngiltere paşê Spanya li pey wê Almanya û Yewnanistan û Belçîkayê zirar dîtin.
Ji hêla din va tu zirareke terorê negihîşt Slovenya, Luksemburg, Lîtvanya û Letonyaya ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne.