Nihat Kavşut
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Em bi Almanyayê ra ketin pêwendiyê. Almanyayê der heqê Adil Oksuz da biryara lêgerînê derxist."
Çavuşogluyê ku li Antalyayê ye daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir ku bi Almanyayê ra ketin pêwendiyê û got ku Almanyayê der heqê Adil Oksuz da biryara lêgerînê derxist.
Mevlut Çavuşoglu ji bona îdiaya ku Adil Oksuz li Almanyayê ye wiha got: "Piştî ku bi destê Almanyayê hat dîtin divê li gor peyman û hiqûqê teslimî me bike."