Elif Orhan
04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş îdia kir mecbûr in ku xebitîna rejima li Tirkiyeyê biguherînin û got ku "Tirkiye wek komareke demokratîk mecbûr e ku bigihêje destûreke bingehîn a ku bi hemû nasnameyan her kes wekhev e."
Demirtaş di "Şeva Piştevaniyê" ya ku li MHP Arenaya li Ludwîgsburgê hat lidarxistin de axivî û got ku mecbûr in ku xebitîn, modêl û rejima dewletê biguherînin.
Demirtaş qal kir ku dewlet wan nas nake lê dema wext tê wextê bacsitandinê ew gelekî baş nas dikin û got ku "Dewlet dema ku ji me bacê distîne nabêje ku 'tu kurd î, tu bacê nede', nabêje 'tu elewî yî, em ji te bacê nestînin." Demirtaş nêrîna "dewlet dema ku bacê distîne li hember her kesê wek hev tevdigere lê dema xizmet tên dayîn, di bin navê tekparêzî, nijadperstî û neteweperestiyê de faşîzmê li me ferz dikin" parast.
Demirtaş da zanîn ku divê berî her tiştê HDP pirsgirêka bacê çareser bike û wiha axivî: "Tirkiye wek komareke demokratîk mecbûr e ku bigihêje destûreke bingehîn a ku bi hemû nasnameyan her kes wekhev e."
Demirtaş diyar kir ku divê gel beşdarî birêvebirênê be û wiha axivî:
"Almanyaya federal jî pergaleke federal e, hûn bi xwe bi jiyanê yek bi yek dibînin ku modêla eyaletê û birêvebiriya herêmî çi ye, birêvebiriya ji cî tê çi wateyê. Em li Tirkiyeyê awayê birêvebirinê ya ku girêdayî mirovekî tenê ye, di nav du lêvên kesekî de ye, qebûl nakin. Ev li dijî rastiyên Tirkiyeyê, rihê Tirkiyeyê ye ji ber ku bi 80 milyon nifûsa xwe erdnîgariyeke mezin e, bi 81 wîlayetan, bi nêzî hezarî navçeyên xwe re welatekî mezin e û kesek tenê nikare vê welatê bi rê ve bibe, hikûmetek tenê jî nikare bi rê ve bibe, parlementoyek tenê jî nikare bi rê ve bibe. Birêvebiriya herêmî, birêvebiriya ji cî, birêvebiriya xweser. Ango bila gel bikare li cihê ku lê dijî biryarên xwe bi xwe bistîne."
-"Li Almanyayê yekderketin gelekî girîng e"
Demirtaş îdia kir ku HDP di hilbijartinên 1ê sermawezê de li Almanyayê dikare bibe partiya yekem û got ku "Ev hêz û potansiyela me heye. Heke hûn bibêjin ku 'temam' hûn bixwazin dê çêbe."
Demirtaş destnîşan kir ku li Almanyayê di hilbijartinan de yekderketin gelekî girîng e û wiha axivî:
"Ma hûn dizanin li Almanyayê partiya ku bûye yekemîn çi ye? Ew tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê herî kêm xerantî kiriye ku bibe partiya sêyemîn, nêz bibe ku bibe partiya duyemîn. Hûn dikarin vê diyar bikin, ji ber ku dengên we belavî 81 bajarên Tirkiyeyê dikin. Hûn ne tenê ji bo bajarekî deng bi kar tînin. Heke hûn vir dengan derxînin du qatî tenê li Almanyayê, li Tirkiyeyê 5 parlementeran hûn qezenc dikin."
Hevserokê Partiya Keskan a Alman Cem Ozdemîr jî beşdarî "Şeva Piştevaniyê" bû.