10 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
HAKKARÎ
Mamosteyên tayînî Hekariyê bûn di semînerê da ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane hel bikin û bikaribin bi xwendekaran ra rihet têkîliyê daynin peyvên kurdî yên herî zêde tên bikaranîn hîn bûn.
Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ji bo mamosteyên ku di heyama Sibata 2016an da li navend û navçeyên Hekariyê hatibûn wezîfedarkirin semînera bi navê "Li Anadoluyê Pirçandî, Çavkaniyên wê û Tevkariyên wê yên ji bo Perwerdehiyê" li dar xist.
Semînera ku li Navenda Çandê ya Atatirkê hat lidarxistin 8 rojan dewam kir û 367 mamoste beşdarî perwerdehiyê bûn û ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane hel bikin û bikaribin bi xwendekaran ra rihet têkîliyê daynin peyvên kurdî yên di nav civatê da herî zêde tên bikaranîn hîn bûn.
Tevlî zimanê kurdî der heqê edet, kevneşopî, demogrofî û aboriya bajêr, çanda eşîrê, halê malbatê û rolên nav malbatê, têkiliyên jin û mêran da jî agahî hatin dayîn.
"Ji bo kêr bêm dixwazim fêr bibim"
Buşra Sezera ji Samsunê ku tayîna wê derket Yuksekovayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di serî da ji ber ku tayîna wê derketiya Hekariyê bertekên neyînî dîtine.
Sezerê diyar kir ku bi hestên neyînî nehatiye Hekariyê û wiha xeberda: "Xwedêkirî ez hatime Hekariyê. Niha kurdî fêrî me dikin. Ez zehf dixwazim. Ji bo pêşva herim dixwazim hîn bibim. Ji bo kêr bêm dixwazim fêr bibim."
"Em herî zêde kurdî ji gel hîn dibin"
Kubra Yildiza ku ji Fethiyeya navçeya Muglayê tayîna wê derket Yuksekovayê diyar kir ku di serî piçekî tirsiyaye.
Yildizê diyar kir ku çaxa hat bajêr rewşeke cuda derkete pêşiyê û wiha axivî:
"Gel rêzê nîşanî me dide û zehf baş e. Em zehf memun man. Hevalên min ên ku teze hatin jî zehf kêfxweş bûn. Em 16 kes tayînî Yuksekovayê bûn. Çaxa ku em çûn wê derê gel zehf rind li me pêşwazî kir. Di semînera ku dan me da kurmancî hînî me kirin. Lê belê em ji gel hînî kurmancî bûn."
Yildizê got di saya semînerê da hîn bûn ku bêjin "Ser seran û ser çavan", "Çanî, başî?"
Yasemîn Ucaya mamoste jî di semînerê da hîn bûn ku bêjin "Ser çavan ra hatî", "sipas dikim" û hin kelîme, nav û navên rengan jî hîn bûn.