26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û geşedanên piştî wê de daxuyaniyek da kanala ARDyê ya Almanyayê.
Erdogan wiha got: "Em 53 sal in li ber derê Yekîtiya Ewropayê (YE) ne, me cezaya îdamê rakir. Me cezaya îdamê rakir ka çi guherî?" Heke hûn niha li welatekî hiqûqê ya demokratîk bin, di demokrasiyan de gotin ya kê ye? Ma ne ya gel e? Gel niha çi dibêje? Dibêje îdam."
- "Yekem car e ku em li hember derbeyeke biçek a wiha re rû bi rû man"
Li ser pirseke hewldana derbeya FETOyê û êrîşa Kulliyeyê ya Serokomariyê de Erdogan wiha got: "Yekem car e ku em li hember derbeyeke biçek a wiha re rû bi rû man. Bombe avêtin li cihê ku hema li pêş me û 5 kes şehîd bûn. Qasî 200 mêtro li jêra wê jî êrîş hat kirin, lê tu kes nemir. Êrîş helbet bi tenê li vir nehat kirin, bombe li ser Parlamentoya Komarê ya Tirkiyeyê de jî barandin."
- "Di jiyana min a siyasetê de kêliya herî krîtîk bû"
Ji bo pirsa "derbe di jiyana we ya siyasetê de kêliya herî krîtîk bû an na?" Erdogan wiha axivî: "Ez dikarim bibêjim ku di jiyana min a siyasetê de kêliya herî krîtîk bû. Heta niha di nav 14 salan de me tiştekî wiha nedît. Xemgîniya min a herî mezin ev ji bilî şexsê min, li hember gelê min hatibû kirin, êrîşek bû. Parlamento nûnerê kê ye? Nûnerê gel e, cihê wekîlên gel e. Cihê ku min berê wek odeya Serokwezîrtiyê dixebitand niha xirab bû. Ji bilî avahiya Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hema bibêje her der wek xirabe ye. Ev êrîşa demokrasiyê ye û gelê me bi tevgereke hişk bersîv daye vê êrîşê."
- "Divê em bizanibin ku kî çi kes e"
Serokomar Erdogan der barê dadger û dozgerên ku piştî hewldana derbeyê ji wezîfeyê hatin hildan û berteka ku hat nîşandan da wiha got: "Beriya her tiştî divê ev bi eşkereyî were gotin. Xebata kesên ku hewldana derbeyî kirin 30-40 sal e. Niha em Komara Tiekiyeyê îdare dikin û di nav 14 salan da Serokwezîrî û Serokomariya min heye. Helbet tevî daraz, polês û leşkeran divê em bizanibin ku kî çi kes e."
- "Tu gaveke li dijî hiqûqê nayê avêtin"
Erdogan diyar kir ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê di nav hiqûqê da hin kes ji wezîfeyê tên dûrxistin û got ku tu gaveke li dijî hiqûqê nayê avêtin.
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha dewam kir: "Ji bo derbeyê meriv dikare bibêje derbeya di nav hiqûqê da? Hemû derbe gav û hewldanên li dijî hiqûqê ne. Li dijî hewl û gavên dereqanûnî ku kesên vê hewldanê kirin saziyên wan hene, di nav perwerdeyê da û di nav leşkeriyê da nûnerên wan hene. Li Îstixbarata Neteweyî agahî û nasnameyên kesên hewldana derbeyê kirin hene û loma jî demildest li dijî wan operasyon hat kirin. Dibistan, zanîngeh û lîseyên wan hene û ev hemû dihatin zanîn."
- "Li Tirkiyeyê Qraltî tune"
Pirsîn ku "Hûn wek Serokomar dema ku tiştekî girîng hebe biryarê bi xwe didin? Li ser vê Serokomar Erdogan wiha got: "Kî vê dibêje? Rayeyeke min a wisa tu heye? Kî dibêje? Ez qral nînim, ez bi tenê serokomar im, yanê gel im, serkomarekê ku ji hêla sedî 52yê gel hatime hilbijartin im, li Tirkiyeyê qraltî tune. Em dewleteke hiqûq a demokratîk in em nikarin guhê xwe ji daxwazê gel ra bigrin."
Serkomar Erdogan li ser pirsa "Hûnê tevlî têkoşîna ku Ewropa dide bibin? got, "Em di nav wê têkoşînê da ne, em nika li dijî DAEŞê têkoşînê didin, em li dijî PKKê û YPG têkoşînê didin, em li dijî PYDê têkoşînê didin lê belê dema ku em vê ji dostên xwe ra dibêjin dibînin ku li welatê wan têkoşîneke wisa tune."
Erdogan destnîşan kir ku PKK li Almanyayê cirîtê diavêje, kona datîne û wêneyên serokê terorê li Strazburgê, li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, avahiya Mafên Mirovan a Ewropayê darda dike û wiha axivî: "Ev wek rêxistinên terorê hatin îlankirin lê belê dîsa jî ji wan deran pereyan top dikin. Ev çito têkoşîn?"
Serokomar bi bîr xist ku di van kuştiyên Munîhê da 4 heb jî tirk hene û wiha pê da çû: "Ez wek serokomar li ser navê gel û şexsê xwe ji bo kesên ku di herdu êrîşên terorê da hatin kuştin serxweşiyê didim gelê alman. Helbet şert e ku em hevdu bigrin, bi hev ra bin, bi hev ra xwe bigihînin aştiyê."