Haydar Şahin
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
KILÎS
Alî Hamurluyê 92 salî yê ku li Guvendîka gundê Elbeyliya navçeya Kilîsê mixtariyê dike wekî "mixtarê herî kal ê Tirkiyeyê" ji gelê gund ra xizmetê dike.
Hamurluyê 40 sal e li Gunvendîka 20 xaneyî ya serjimara wê 73 ye mixtariyê dike ligel emrê xwe yê mezin ji bo xizmeta gundiyan dixebite.
Hamurlu ji bo çareserkirina pirsgirêkên av, binesazî û tesîsên civakî yên gund dixebite, ji piçûkan bigre hetanî mezinan ji bo hewcedariyên her kesî hewl dide.
2yê wan mêr 3 zarok û 35 neviyên Hamurluyê mixtar hene. Hamurlu beriya 19ê Cotmehê Roja mixtaran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku girîngiyê dide têkiliyên cînartiyê û li heqê gundiyan digere 40 sal e wekî mixtar tê hilbijartin.
Hamuru diyar kir ku dema cara ewil bû mixtar li gund ceyran û av tunebû, gel ji gundên din av dikişand, piştî ku hat hilbijartin ji bo çareserkirina herdu pirsgirêkan xebitî û ji Çemê Sazginê av anî gund.
Mixtar hamurlu got demekê şûnda ekîb hatin gundê nêz ceyran kişandin wî gundî, li ser vê kamyona xwe da xizmeta ekîbê, şantiye li gundê xwe da avakirin û li ser vê ceyran kişandin gundê wan jî.
- "Dikarim hetanî mirina xwe mixtariyê bikim"
Hamurlu got, "Min ji welatiyan ra negot 'ev tune' an jî 'ev nabe', ji wan ra hurmet kir." û wiha axivî:
"Vê hurmeta min ez 40 salan xistin mixtar û hê jî li ser wezîfeyê me. Emrê min ji bo welatiyan di rêyan da riziya, ez ji cînarên xwe menûn im. Ji ber ku ji cînaran ra baş im, karên wan hel dikim û rêzê nîşanî wan didim, ji wan hez dikim 40 sal e mixtariyê dikim. Li vê derê rê tunebû, her alî herî bû. Bi îzna Xwedê min rê da çêkirin. Ez dikarim hetanî mirina xwe mixtariyê bikim. Heke gundî qebûl bikin ez dixwazim piştî mirina min mor têkeve destê kurê min."
Hamurlu got dema Mustafa Kemal Ataturk mir xwendekarê dibistana seretayî bû û bi hevalên xwe ra 4 roj şîn kir, beriya mixtariyê memûrtiya girtîgehê û daristanan jî kir, piştî teqawidbûnê şirketek ava kir û demekê şûnda rêveberiya şirketê da zarokên xwe û mala xwe barî gund kir.
Hamurlu got dema hat hilbijartin mehane nedidan mixtaran lêbelê dewletê paşê girîngî da mijarê û şert û mercên nika li gor berê zehf rind in.