16 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê got ku nayê qebûlkirin ku di hikûmeta teknokratan a ku Heyder el-Îbadiyê Serokwezîrê Iraqê dixwaze ku ava bike de kurd bên îxmalkirin.
Barzanî ji televîzyona El Cezîre Erebî re axivî û der heqê geşedanên siyasî yên li Iraqê diqewimin, referandûma serxwebûnê û operasyona rizgarkirina Mûsila ku di destê DAEŞa rêxistina terorê de ye nirxandin kirin.
Barzanî diyar kir ku tu eleqeya pirsgirêkên navxweyî yê Herêma Kurdistanê bi refernadûma ji bo serxwebûna herêmê re tune û got ku "Referandûm û serxwebûn ji hemû qeyranan mezintir e."
Barzanî li ser helwesta DYA û welatên rojavayî yên der heqê serxwebûnê de wiha axivî: "Ew rastiyê baş dibînin. Dibe ku di mijara dîroka serxwebûnê de nêrînên wan ên cuda hebin lê belê hember mafên gelê Kurdistanê û serxwebûna wê hêzekî derveyî tune."
Barzanî li ser pirsa der heqê gelo helwesta Tirkiyê ya di mijara serxwebûna HKIyê de çi ye got ku "Me hêj rasterast der heqê vê mijarê de bi Tirkiyeyê re hevdîtin nekiriye lê belê heke daxwazeke wiha çêbe, em ê bi wan re hevdîtin bikin û daxuyaniyên hewcedar bikin."
- "PYDyê peyman bi cî neanî"
Barzanî li ser hewldanên Serokwezîrê Iraqê Îbadî yên ji bo avakirina hikûmeta teknokratan jî got ku "tu girîngiya mewqiya wezaretê tune. Tu eleqeya me tune ku ji bo hikûmeta nû namzed bên pêşniyazkirin. Lê belê li Bexdayê îxmalkirina kurdan bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Barzanî destnîşan kir ku di têkbirina DAEŞa rêxistina terorê de operasyona rizgarkirina Mûsilê rolekî gelekî girîng dilîze û nirxandina "Vir a girîng Mûsila piştî DAEŞê ye. Vê bajarê kêmneteweyên cuda yên etnîk û dinî hene. Em bi israr in ku êzdî û xiristiyan bên parastin. Di operasyonê de serkeftin ji bo dinyayê ji aliyê siyasî ve, ji bo herêmê jî ji aliyê ewlehiyê ve destbiketiyek e. Heke DAEŞ li Mûsilê bimîne ev tê wê wateyê ku her dem li ser ewlehiya herêma Kurdistanê xetereyek heye."
Barzanî li ser pirsa gelo şert e ku kurd beşdarî operasyonê bibin an na bersiva "Divê der heqê îdareya Mûsilê û dê di pêvajoya pêşiya me de çawa bê birêvebirin de peymanek bê kirin."
Barzanî qala helwesta PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ya dijî kurdên din jî kir û wiha axivî: "Me piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir pê ve bi aliyên kurdan ên li Sûriyeyê re li Hewlêr û Dihokê du civîn kirin. Di navbera aliyan de peymanek hat îmzekirin lê belê PYDyê peyman bi cî neanî."