14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Li Mazidaga navçeya Mêrdînê Necla Yildirima seroka şaredariyê ya DBPyê û Alî Ozkanê endamê meclisa şaredariyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Li gor agahiya ku hat hildan, di 9ê tîrmehê da terorîstan êrîş bir ser Fermandariya Qereqola li Taxa Cevîzlîka ser navçeya Artûklûyê, di êrîşê da 2 esker şehîd bûn, sivîlek mir, 12 esker birîndar bûn. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin. Necla Yildirima seroka şaredariyê ya DBPyê û Alî Ozkanê endamê meclisa şaredariyê ji bo demeke ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
- Di êrîşê da wesayitên şaredariyê hatibûn bikaranîn
Di çarçoveya bûyerê da amirê zabitayê yê Şaredariya Mazidagê, Serokê Daîreya Karûbarên Tendûristiyê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, Midûrê Şaxa Tendûristiya Gel û Dermankirinê ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê û 3 xebatkarên şaredariyê jî di nav da 12 kes hatin binçavkirin. Li ewlekariyê, karûbarên der barê gumanbaran da dewam dike.
Di 9ê tîrmehê da terorîstan êrîş biribû ser Qereqola Cendirmeyê ya Cevîzlîkê ya li Artûklûya navçeya Mêrdînê. Di êrîşê da 2 esker şehîd bûbûn, kesek miribû, 12 esker jî birîndar bûbûn. Hat tespîtkirin ku wesayita bi plakaya 47 AS 012an a ku di êrîşê da hat bikaranîn a Şaredariya Mazidagê ye. Herwiha hat tespîtkirin ku êrîşkar bi wesayitên bi plakaya 35 END 98 û 21 FN 913yê yên Daîreya Karûbarên Tendûristiyê ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê ji cihê bûyerê revîne.