14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
LONDON
Serokê berê yê Şaredariya Londona paytexta Îngiltereyê Borîs Johnson bû Wezîrê nû yê Karên Derve yê Îngiltereyê.
Serokwezîra nu ya Îngiltereyê Theresa May çawa dest bi wezifeyê kir, Johnsonê ku di pêvajoya referanduma welêt ya bila ji YEyê (Brexît) derbikeve da xebitî, wek Wezîrê Karên Derve yê Îngiltereyê tayîn kir.
Johnsonê 52 salî kurê neviyê Elî Kemal Begê ku di hikûmeta Damat Ferît Paşa da wezîrtî kiriye ye. Johnson di navbera salên 2008-2016an da serokatiya Şaredariya paytext Londonê kir.