Türkan Tosun
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
KAHRAMANMARAŞ
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Mahîr Unal got: "Niha li Qendîlê artêşa me pêşva diçe. CHPyî dibêjin 'Ji hilbijartinê ra 16 roj ma, hûn çima operasyonê dikin?' Haya mêrik ji operasyona ku di meha adarê de dest pê kiriye tune."
Unal di ziyareta xwe ya li Kahramanmaraşê ya Odeya Esnaf û Zinaetkaran de axivî.
Unal got Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje 'Hûn teslîmî faîzê bûn", "Hûn tefecî ne" û wiha axivî: "Tefecîtî dema Kemal Kiliçdaroglu Midûrê Giştî yê SSKyê bû dihat kirin. Mirov dema diketin nexweşxaneyan galoşan jî dikirîn. Mirov nikare dikanê teslîmî şagirtê ecemî bike, welêt jî teslîmî siyasetmedarekî ecemî nayê kirin."
- "Diçî Qendîlê dibêje 'Ji bo hilbijartinê ye'"
Unal got bi operasyona Qendîlê va li Herêma Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê aramî pêk hat û wiha dewam kir: "Niha li Qendîlê artêşa me pêşva diçe. CHPyî dibêjin 'Ji hilbijartinê ra 16 roj mane, hûn çima operasyonê dikin?' Haya mêrik ji operasyona ku di meha adarê de dest pê kiriye tune. Dema me Operasyona Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê xilas kir em vegeriyan ku? Em vegeriyan Iraqê. Ji bo ku em terorê di çavkaniya wê de ziwa bikin. Niha tu herî Efrînê muxalefeta sereke wê bibêje 'nekeve Efrînê'. Diçî Qendîlê dibêje 'Ji bo hilbijartinê ye'. "
Unal behsa îadekirina Fetullah Gulenê Serokê FETOya rêxistina terorê jî kir û ji ber gotin vê muxalefet rexne kir.
Unal got muxalefeteke ku geh bi FETO, geh bi PKK û geh bi Amerîkiyekî ku kî ye ne diyare va tevdigere nikare welêt bi rê va bibe.