26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Çawa ku Qendîlê bi bombardimanan di ser rêxistinê de hildiweşînin; ewê wisa Qendîlên biçûk ên navxweyî jî bi tevahî bên paqijkirin. Ewê hesabê van çalakiyên bixwîn were pirsîn."
Akdogan li ser hesabê Twîttera malpera parvekirna civakî, derheqê bûyera li Tûnceliyê û serdarê ku cangorî bû de nirxandin kirin.
Akdogan wiha îfade kir:
"Xwedê rehama xwe li serdarê me yê li Tûnceliyê cangorî bû bike. Ev êrîşa xayin ku di van rojên me yên bimbarek de qewimî, dê bê bersiv nemîne. Çawa ku Qendîlê bi bombardimanan di ser rêxistinê de hildiweşînin; ewê wisa Qendîlên biçûk ên navxweyî jî bi tevahî bên paqijkirin. Ewê hesabê van çalakiyên bixwîn were pirsîn."