Fatih Gazioğlu
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
VAN
Heyva Sora Şaxa Wanê wê fitarê bide 5 hezar kesî.
Serokê Heyva Sor a Şaxa Wanê Yalçın Ozdemîr daxuaniyek da û got ku wan li 150 welatên dinyayê arîkariya merivan kirine. Ozdemîr got arîkariyên wan yên bo feqîran di mehên Remezanê zedetir dibin û wiha axivî:
"Em ji xurerkê heta konserweyan gelek cureyên cuda arîkarî didin. Em zikatan jî didin. Em arîkariyên xwe yên zikatê piştî lêkolînê ji mexduran re ji ser benqeyê re dişînin. Li Wanê Şeva Qedrê em ê fitarê bidine qasî 5 hezar kesî. Fitarê em ê li kona Şarederiya Îpekyoluyê bidin û Serokê me birêz Dr. Kerem Kinik jî wê beşdarî fitareyê bibe. Piştî fitareyê em ê mewludekê jî bidin û welatiyên ku dixwazin dikarin xwînê jî bidin."