Türkan Tosun
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
TUNCELÎ
Li Tunceliyê nivîsa hilkolayî ya dîrokî ya 20 sale winda bû û ji hêla çanda tirk û îslamê ya Anadoluyê va girîng bû hat dîtin.
Îsmet Hakan Ulaşogluyê Midûrê Turîzm û Çandê yê Tunceliyê ji rojnamevanan re daxuyand ku bi salan berê ew çûye Tirba Ferruh Şad a li Ulukaleya gundê Çemîşgezekê.
Ulaşoglu got mixtarê gund gotiye nivîsa hilkolayî ya tirbeyê hatiye dizîn û wî jî sala 2013an pê va xebatek daye destpêkirin ku ew kîtabeyê bibîne lê nedîtiye.
Midûr Ulaşoglu got paşê wan bi tesadufî nivîsa hilkolayî dîtiye û anîne Midûriya Turîzm û Çandê û ewê nivîsa hilkolayî bixin muzeyê û wiha got: "Di salên 1500î de li Tunceliyê begtî hebûn, Ferruh Şad Beg jî ji wan yek bû û ev kitabe ji ber wê pir girîng e."
Arkeolog Kenan Oncel jî got ji bo ku li Tunceliyê Muzeya Bajêr a Dersimê ava bibe û berhemên dîrokî bên tespîtkirin xebat dewam dikin.
Oncel got ji sala 1997an pê va ev nivîsa hilkolayî winda bû û wiha axivî: "Me bi tesadufî dît û li cem wê jî kevirê merzelê ya 100-150 salî jî hebû. Dema me me li ser lêkolîn kir dît ku ev nivîsa hilkolayî ya Tirba Ferruh Şad a ku 20 sale winda bû ye."
Oncel got ev nivîsa hilkolayî ya çanda tirk û îslamê ya Anadoluyê dide der û wiha dewam kir: "Li ser nivîsa hilkolayî çar riste nivîsên li gor terza îslamê bi karekî baş va hatine nivîsandin heye. Ev nivîs behsa kumbeta Ferruh Şad Beg dike. Li aliyê çepê dîroka hîcrî 957, mîladî 1550 hatiye nîvîsandin. Ji ber ku 500 sale li derva maye hin herf jê çûne. Piştî ku restoratorê Wezaretê hatin û li ser lêkolîn kirin û paqij kirin emê agahiyên zelal ên der barê berhemê da bi dest bixin."