20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
BURSA
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da li 11 bajaran operasyoneke ku navenda wê Bursa ye, hat lidarxistin û 16 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dijî FETO/PDYyê da li hemberî pêkhateya rêxistinê ya çavkaniyên mirovan a li Bursayê, li 11 parêzgehan operasyoneke hevwext hat lidarxistin.
16 kesên ku di operasyonê da hatin binçavkirin, anîn Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê.
Herwiha hat tespîtkirin ku tevahiya berşikan bernameya rêxistinê ya peywendiya nehênî "ByLock" emilandin.