Haydar Şahin
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
ÎZMIR
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaxa Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo derdestkirina 117 kesên ku piraniya wan leşkerên li ser wezîfeyê ne li 45 bajaran operasyona ku navenda wê Îzmir e dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser rêxistinîbûna di TSKê da ya FETOyê ya ku Berkant Karakayayê ji dozgerên Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistînî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê rêva dibe da ji bo 99ê wan li ser wezîfeyê 19ê wan ji wezîfeyê hatibûn îxrackirin bi tevahî 117 leşkeran da biryara derdestkirinê hat dayîn.
Operasyon li 45 bajaran tê kirin û navenda wê jî Îzmir e.
Xebatên lêgerînê dewam dikin û hat tesbîtkirin ku bi şikbarên FETOyî ra qaşo mezinên mehrem ên asta xizmetên taybet eleqedar dibin û ji bo ku endam eşkere nebin jî ji têlefonên ankesorê va li wan digeriyan.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hejmara personelên leşkeriyê yên ku di navbera 2010-2015an da li Îzmirê wezîfe kirine û mezinên mehrem li wan geriyane û telîmat dane wan 268 e, piraniya wan leşkeran di dema hewla derbeyê da hatine derdestkirin û di girtîgehan da ne.
Eşkere bû ku qismekî van personelan li Sererkaniyê, fermandariyên hêzan, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlekariya Peravê wek efser û binefser wezîfeyên kirîtk kirine.
Xebatên ji bo derdestkirina şikbaran dewam dikin.