Önder Beyter
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 14 Îlon 2018
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got, "Li Îdlibê operasyoneke eskerî dê li herêma ku ji xwe lê problem heye, bobelatekê rake."
Akar duh di bernameya xwarinê ya ligel balyozên hin welatan da axaftinek kir û destnîşan kir ku di vê serdema ku niha em tê da ne, li pêşiya ewlekarî û îstiqrara navneteweyî rîskên pir girîng hene.
Wezîr Akar bal kişand ku Tirkiye di heman demê da li dijî gelek tehdîdan têdikoşe û wiha got, "Em li aliyekî li dijî FETO, PKK/PYD/YPG/KCKyê têdikoşin û li aliyekî jî em ji 3 milyonî zêdetir Sûriyeyî diezimînin."
Akar diyar kir ku rexistina terorê PKK di heman demê da YPG ye jî û wiha got, "Yek pêkhatineke terorîst e ku ji heman kaniyê avê vedixwe. Li Tirkiye û Iraqê navê wê PKK ye, dema derbasî Sûriyeyê jî dibe, dibe YPG."
Wezîr Hulusî Akar, geşedanên dawîn ên ku li Sûriyeyê diqewimin jî nirxand û da bibîrxistin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li zîrweya li Îranê di weşana zindî da bang kir ku agirbest çêbe û wiha dewam kir:
"Îdlib li ber şêmiga krîzeke nû ye. Em bi Rûsya, Îran û mitefiqên xwe ra dixebitin da ku aştî û îstiqrar were û êşa mirovî neqewime. Li Îdlibê operasyoneke eskerî dê li herêma ku ji xwe lê problem heye, bobelatekê rake. Hin welat dibêjin, heke çeka kîmyayî were emilandin emê bersivê bidin. Lêbelê divê em wê yekê jî bînin ziman ku ku divê însan ne tenê bi çekên kîmyayî herwiha divê bi çekên konvansiyonel jî neyên kuştin. Ya girîng ew e ku radîkal û mixalif ji hevdu werin cudakirin. Ji bo vê yekê jî dem lazim e. Heke herêm were bombebarankirin, ev yek dê ne tenê bibe sedem ku zirar bigihêje sivîlan û sivîl koçber bibin, herwisa dê bibe sedem ku tundrewî jî zêde bibe."