Ferizat Kaya
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand îsal di operasyonan da 693 hezar û 479 şûşe alkola qaçax û sexte û milyonek û 413 hezar û 4 litre alkola sexte hat qefaltin û 3 hezar û 137 şikbar hatin binçavkirin.
Wezareta Karên Navxweyî der barê operasyonên sala 2018an da dijî alkola sexte û qaçax hatine kirin da daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin îsal di operasyonan da 693 hezar û 479 şûşe alkola qaçax û sexte û milyonek û 413 hezar û 4 litre alkola sexte hat qefaltin û 3 hezar û 137 şikbar hatin binçavkirin.