08 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
MERSÎN
Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da Parlamenterê Mêrsînê yê AK PArtiyê yê berê Ahmet Tevfîk Uzun hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê hat dayîn, ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorî der heqê Uzunê Parlamenterê Heyama 24emîn da biryara girtinê hat derxistin û Uzun serê sibê hat girtin.
Hat gotin xebatên lêgerînê dewam dikin.