12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê da ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" ji bo îfadedanê gazî Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu kir.
Serdozgeriya Komarî ya Midyadê, ji ber belavokên wî yên li ser medyaya civakî di dema operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da li Îdila navçeya Şirnexê, der heqê Parlementerê HDPê Encu da lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriyê nivişta talîmatê ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ra şand. Di nivîsê da Encu ji bo îfadeyê tê dawetkirin.