29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Serkeftina 30ê tebaxê, ragihandina îradeya jiyana serbixwe ya gelê me ye ji hemî cîhanê re, jiyana li axa welatê xwe ya ku ji canê xwe jî biqîmettir dizanin. Ev serkeftin di warê encamên xwe yên sîyasî û civakî de, rê daye rewta dîrokê. Herwiha bûye çavkaniya îlham û hêviyê ji bo gelek gelên bindest ku li dijî emperyalîstan ketine nav hewla cenga rizgariyê de."
Erdogan di peyama xwe de ya ku ji bo 30ê Tebaxê Cejna Serkeftinê belavkir anî ziman ku gelê tirk ezîz digel welatiyên tirk yên Komara Qibrisa Tirkî, 95emîn salvegara Serkeftina Mezin îdrak dikin.
Erdogan bi boneya 30ê Tebaxê Cejna Serkeftinê pîrozbahî li milyonan welatiyan yên li Tirkiyeyê û çardora dinyayê ne, kir.
Edogan wiha axivî:
"Serkeftina 30ê tebaxê, ragihandina îradeya jiyana serbixwe ya gelê me ye ji hemî cîhanê re, jiyana li axa welatê xwe ya ku ji canê xwe jî biqîmettir dizanin. Ev serkeftin di warê encamên xwe yên sîyasî û civakî de, rê daye rewta dîrokê. Herwiha bûye çavkaniya îlham û hêviyê ji bo gelek gelên bindest ku li dijî emperyalîstan ketine nav hewla cenga rizgariyê de. Tirkiye herwekî ku berî nuha bi 95 salan kir, di biryardariya xwe ya derbarê berterefkirina êrîş, sabotaj û tehdîdên li dijî serxwebûna aborî û siyasî de berdewam e. Micadeleya me ya li dijî rêxistinên terorê yên devbixwîn yên weke FETO, DEAŞ, PKK û PYD nimûneyeke eşkere ye di vê mijarê de."
Erdogan di dawiya peyama xwe de got, "Bi vê wesîleyê careke din avakarê Komara me, Serfermandarê Teerrûza Mezin Mustefa Kemalê Gazî û hevaldozên wî bibîr tînim, ji bo hemî şehîd û gaziyên me ji Xweda niyaza rehmetê dikim. 30ê Tebaxê Cejna Serxwebûnê pîroz be."