Haydar Şahin
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
ANKARA
Pirtûka bi navê "Trump û Pergala Kurewî" ya ku qala polîtîkayên kurewî û herêmî yên Donald Trumpê Serokê 45em ê Amerîkayê û encamên wê yên li ser mitefîqan û hemû dinyayê dike amade dibe ku derkete pêşberî xwendekaran.
Di pirtûka "Trump û Pergala Kurewî" ji weşanên AAyê derket û li malper û mixazeyên bijarte tê firotin da poltîkaya derva ya Donald Trump û têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê tên analîzkirin.
Di pirtûkê da 22 analîzên bi destê akademisyen, analîst û rojnamevanên pispor hatine nivîsandin cî digrin. Di pirtûkê da gelek mijarên wekî "Pêşeroja demokrasiya Amerîkayê", "Di heyama Trump da têkiliyên parastinê yên Amerîka-Ewropayê", "Di polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn ên Amerîkayê da pirsgirêka 'meşrûiyetê", "Di heyama Trump da femhkirina poltîkayên derva yên Amerîkayê " cî digrin.
AAya ku girîngiyê dide weşandina metnên stratejîk ên li ser pirgirêkên kurewî, eskerî, aborî, siyasî yên demên dawîn bi vê pirtûkê va nediyariya li ser mitefîqan û hemû dinyayê ya ji ber polîtîkayên Trump ên herêmî û kurewî derdixe ber çavan.
Weşanên AAyê ya ku pirtûkên wekî Muxabir, Ji Asîmanan Tirkiye, Afrîkaya Bilind Dibe, Stratejiya Ewlekariyê ya Tirkiyeyê weşandin ewê bi weşanên teze va çarçoveya weşana xwe berfireh bike.