09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
HAKKARÎ
Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî ya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku ji ber bûyerên terorê seferên wê sekinîbûn, piştî 13 mehan bi hatine balafira rêwiyan cardin vebû.
Li navçeyê xebatên ku piştî qedexeya derketina derva ya ku di 13ê adarê da hat îlankirin û di 20ê nîsanê da qediya dest pê kirin dewam dikin.
Li navçeyê ji bo welatiyên ku ji ber terorê mexdûr bûn kar û bar dewam dikin.
Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî ya di 26ê gulana 2015an da bi destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu hat vekirin û piştî 73 rojan ji ber bûyeran hat girtin, piştî 13 mehan bi hatine balafira rêwiyan a Rêhewayên Tirkan cardin vebû.
Rêwiyên di balafirê da wêneyên xwe kişandin û bi hezkiriyên xwe ra parve kirin.