Sevim Hatun
24 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
ANKARA
Ji serkirdeyên PKKya rêxistina terorî Cemîl Bayik, di mijara dengdayina gel de, ji bo milet bibêje "Na" li milet gef xwar.
PKKya rêxistina terorî, di pêvajoya dengdayinê de li milet gefan dixwe ku milet bibêje na. Dîmenên axaftina Bayik ên der barê mijarê de derketin holê.
Bayikê ku li milet gefan dixwe herwiha li miletê kurd yên ku difikirin neçin ser sindoqan jî heqaret kir.
Par, li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat ji bo tesîskirina ewlehiya can û malê gel, li dijî rêxistina terorî ya cihêxwaz operasyon hatibûn kirin, terorîst Bayik xwestibû van operasyonan wekî "Operasyonên li dijî gelê kurd" tên kirin, nîşan bide. Herwiha di peyama dabû de îfade kiribû ku heke ji sindoqan dengê "erê" derbikeve wê dawî li PKKyê bê.