20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Projeya Sîlvanê ya bi armanca halxweşiya bajarê Diyarbekirê zêde bike û wekî projeyeke bêhempa tê binavkirin digel êrîşên terorê dewam dike.
Li Diyarbekira ku Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser telîmata Wezareta Karên Av û Daristanê di navbera salên 2003-2017an da bi bergîdana 5 milyar û 700 milyon lireyî veberhênan kir û ji bo bextewariya şêniyên bajêr kar û xebatên xwe didomîne.
Lê PKKya rêxistina terorê jî bi mebesta rê li ber Projeya Sîlvanê ya ku yek ji gavên sereke yên Projeya Rojhilatê Başûrê Anadoluyê (GAP) ye bigire gelek êrîş li dar xistin.
Digel êrîşên bêbext ên terorê û bi saya têkoşîna li hemberî terorîstan înşaeta bendavê didome.
Di çarçoveya Projeya Sîlvanê da bendava avdanê ya ku bilindahiya wê 175,5 mêtre ye û piştî Bendava Ataturkê bendava herî mezin a avdanê ye jî ji bo biçe serî kar û xebatên avakirinê bi şev û roj dewam dikin.
Ji ber êrîşên terorê avakirina bendavê bi qasî 2 salan paşve hat avêtin lê heta dawiya sala 2019an wê bendav bê temamkirin û di sala 2020an da jî êdî ji bo ku bendav tijî bibe wê pêşî li avê bê girtin.
- Bi qasî 7 milyar û 300 milyon mêtrekup av wê bê depokirin
Midûrê Herêma 10emîn ê DSÎyê Alî Gokyel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Projeya Sîlvanê ji 8 bendav û 23 tesîsên avdanê pêk tê.
Gokyel ragihand ku di çarçoveya projeyê da dema bendavên Sîlvan, Pamukçay, Embar, Quruçay, Başlar, Qibrîs, Karacalar û Bulaklidereyê temam bibin wê di rezervuarên wan da bi qasî 7 milyar û 300 milyon mêtrekup av bê depokirin û bi saya Projeya Sîlvanê jî wê 2 milyon û 350 hezar donim erdê li herêmê bê avdan û çandinî pêş bikeve.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu jî zêde piştgiriyê didin Projeya Sîlvanê û Gokyel ev yek jî bi bîr xist û got ku heta niha ji sedî 51ê Bendava Sîlvanê hatiye temamkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Midûr Gokyel got: "Bendava Sîlvanê ya ku wê bibe yek ji bendavên herî mezin ên Ewropayê di dawiya sala 2019an da wê temam bibe û di sala 2020an da jî wê avê bigire. Em ê ava ku di bendavê da kom bibe ji serdabên Babakaya û Sîlvanê ber bi serdabên sereke yên bi qasî 97 kîlometre dirêj in berdin û pê deştan av bidin."
Gokyel destnîşan kir ku Projeya Sîlvanê ji bo halxweşiya Diyarbekirê gelekî girîng e û heta 2023an wê temam bibe û ji bo 305 hezar kesî bibe deriyê debarê û salê bi qasî milyarek û 200 milyon lire jî wê bi kêrî aboriya welêt bê.