Nihat Kavşut
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag: "Di çarçoveya projeya F-35an da ji bo balafirên ku ji Tirkiyeyê ra hatine çêkirin pêwendiyên hewce dikin hatine danîn. Sibê wê teslîmata ewil ya F-35an bê kirin."
Bozdag li Yozgatê di bernameyeke têlevizyona TGRTyê da axivî.
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag diyar kir ku sibê wê teslîmata ewil ya F-35an bê kirin û wiha peyivî: "Di çarçoveya projeya F-35an da ji bo balafirên ku ji Tirkiyeyê ra hatine çêkirin pêwendiyên hewce dikin hatine danîn. Sibê wê teslîmata ewil ya F-35an bê kirin."
Bozdag ji bo teslîmkirina F-35an xeberdana xwe wiha domand: "Berdana Brunsonê keşe wekî şert didin ber Tirkiyeyê û ev dijî Tirkiyeyê gefxwarin e."
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag destnîşan kir ku Amerîka li dijî Îsraîlê pêşqebûlê wek hincet nîşan dide û got ku ev jî nîşan dide ku di rastiyê da xwediyê pêşqebûlê ye.
Bekir Bozdag ji bona biryara Amerîkayê ku ji Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî vekişiya jî wiha got: "Di mijara binpêkirina mafên mirovan da dewleta sereke Îsraîl e. Helwesta Amerîkayê jî nîşan dide ku piştgiriyeke berfireh dide binpêkirina mafên mirovan. Rêvebiriya Amerîkayê jî ji binpêkirina mafên mirovan mesûl e."