10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek di kanala TRT Haberê de beşdarî bernameyeke zindî bû û pirsên der barê rojevê de bersivand.
- "Rojhilat û Rojhilata Başûr wê suprîzê bikin"
Şîmşek li ser pirsa referandûmê ya li herêmên Rojhilat û Rojhilatê Başûr a Anadoluyê got ku piştî pergala kamuyê hat parastin, tesîra rêxistina terorê ya qadê kêm bû di nav welatiyan de rewşeke rehet pêk hat.
Şîmşek wiha axivî: "Li Şirnexê qerebalixeke mezin, bi coşeke zêde û alayên xweş ên welatên me ve em hatin pêşwazîkirin. Serokwezîrê me û em metel man. Dîsa li Yuksekovayê wisa, yanê em çûn ku derê coşeke mezin hebû. Helbet her tişt wê di nav şevekê de neguhere, lê ez wisa bawer dikim ku Rojhilat û Rojhilatê Başûr wê suprîzê bikin. Bi tevahî guherînek tune, lê rewşeke erênî heye. Ez wisa bawer dikim ku ev rewş wê tesîrê li ser encamê bike."