İbrahim Atmaca
17 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Cristiano Ronaldoyê fitbolîstê navdar ê portekîzî ku di Real Madrîda tîma Îspanyayê da dileyîze got ku ew dixwaze kariyera xwe di tîma xwe da temam bike.
Ronaldo daxuyanî da têlevîzyona kulûbê û got ku ew dixwaze di Real Madrîdê da kupayên din jî qezenc bike û wiha dewam kir: "Motîvasyona min hê baş e. Ez dixwazim ku kariyera xwe di Real Madrîdê da kuta bikim, lê ev tenê ne girêdayî min e. Patronê kulûbê ez nînim. Ji bo tîmê çi ji destê min were ez ê wî bikim, wekî din bi min va girêdayî nîne. Ez di sehayê da karê xwe dikim û li gor min ez karê xwe baş dikim."
Ronaldo vê sezonê bi formeya Real Madrîdê va 20 pêşbirk leyîst, 15 gol avêtin.