03 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
CENEVRE
Salim Muslatê Berdevkê Komîteya Bilind a Muzakereyan ku ji mixalifên beşdarbûyî yên muzakereyên Sûriyeyê li Cenevreyê pêk tê, anî ziman ku Tirkiye weke welatê bira dibînin û ji ber îxlalkirina sînorê esmaniyê Tirkiyeyê rexne Rûsya girt û herwiha Rûsya bi blokekirina Muzakereyên aştiyê sûcdar kir.
Muslat li ber deriyê Ofîsa NYyê ya li Cenevreyê ku Muzakereyên Sûriyeyê li birêve diçin bersiva nûçegihanê AAyê da.
Muslat behsa îxlalkirina esmanê Tirkiyeyê ji aliyê Rûsyayê ve kir û got, "Rûsya mafên navneteweyî îxlal dike. Divê Rûsya demildest van îxlalan rabigire. Herwek em çawa giringiyê didin ewlehiya gelê Sûriyeyê em bi heman şêweyê giringiyê didin ewlehiya gelê Tirkiyeyê jî. Mafê Tirkiyeyê heye ku ji bo bergiriya xwe her tiştî bike. Berî nuha bi xistina jeta ûris biryareke rast û mafdar daye."
Muslat bal kişand ser gotinên Wezîrê Karê Derva yê Birîtanyayê Philip Hammond ku rexne li Serokê Rûsya Vladimir Putin girtibû û gotîbû, 'Rûsya komên ku li dijî DAEŞa rêxistina terorê têdikoşin bombebaran dike û dibe rêgir li pêşiya hewlên ku ji bo xilaskirina şerê sivîl tê dayîn' û got, "Rûsya gelê me dikuje û Muzakereyên Sûriyeyê bloke dike."