Abdullah Tel
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
ANKARA
Di organîzasyona Xelatên Fitbola Kurewî (Globe Soccer Awards) ya 2019an da Cristiano Ronaldoyê gogbazê Juventusê xelata lîstikvanê baş qezenc kir.
Merasima xelat dayînê li Dubaiyê hat kirin û navdarê Portekîzî Ronaldo di qada xelata lîstikvanê baş da ev cara sêyemîn e ku li ser hev heman xelatê qezenc dike.
Berê ji Atletico Madrîdê Antoîne Grîezmann û ji Parîs Saînt-Germaînê jî Kylian Mbappe li ser hev ev xelat qezenc kiribûn lê Ronaldo ji ber ku cara sêyemîn e xelatê hildide bû xwedî rekoreke nû.
Ronaldoyê ku di kategoriya "Tercîha alîgiran" da xelat qezenc kir di merasimê da axivî û got: "Ji vê çêtir bi awayekî din min nikaribû dest bi sala nû bikira. Ji ber eleqeya tê nîşandan û xelatên tên dayîn ez ji herkesî ra spas dikim."
Di organîzasyonê da Dîdîer Deschampsê ku rahêneriya Fransaya bû şampiyonê dawîn ê dinyayê xelata rahênerê herî baş hilda û xelata kariyerê jî gogbazê bi navû deng ê ji Brezilyayê Ronaldo qezenc kir.