Elif Orhan
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
HATAY
Wesayîtên eskerî yên ku ji bo yekîneyên li sînorê Sûriyeyê wek teqwiye hatin şandin gihaştin Hatayê.
Wesayîtên personelan ên bizirx, wesayîtên ku tê de melzemeyên eskerî hene û ji yekîneyên cur bi cur ên Tirkiyeyê hatin şandin hatin Reyhanliya navçeya Hatayê.
Wesayît li gel tevdîrên ewlehiyê sewqî yekîneyên li sînorê Sûriyeyê kirin û hat ragihandin ku wesayît ji bo teqwiyeyê hatine şandin.
Ji aliyê din ve hat dîtin ku makîenyên kar li sînorê Sûriyeyê kozik dikolin û beriya topên obusê jî dane aliyê herêma Efrînê.